Li rojavayê Minbicê şerê dijwar diqewimin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşên Trkiyeyê û çeteyên wê ya li ser gundên Rojava Minbicê didin. Li herêmê şerên dijwar didomin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Tiwêrîn, Olaşlî û El-Xalidiyê yên 20 kîlometreyan dikevin rojavayê bajarê Minbic ê kirin. Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di êrîşên xwe de çekên giran bi kar anîn.

Şervanên Meclsîa leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşakaran dan û şer derket. Şerê derketî bidijwarî didome.

Ev çend roj in artêşa Tirk û çetyên girêdyaî wê gundên rojavayê minbicê bi çekên giran dikin hedef, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersiva êrîşan didin.