Li Rojava Meclisa Pêşxistina Aborî
Li Rojava Meclisa Pêşxistina Aborî
Li Rojava Meclisa Pêşxistina Aborî
Serokê Meclisa Pêşxistina Aboriya Rojavayê Kurdistanê Ebdulrehman Xelîl diyar kir ku meclisa wan di bin sîwana Desteya Bilind a Kurd de ciyê xwe digre, di çarçoveya bidawîanîna embargoya li ser Rojavayê Kurdistanê dê kar û xebatê bikin. Xelîl diyar kir ku di konfransa wan de gelek karsaz û bazirganên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn.
Li Rojavayê Kurdistanê, beriya şoreşa gel, ji ber polîtîkayên cûdakar ên rejîma Sûriyeyê li hemberî herêmên Kurdan, gel bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû man. Her çendî Rojavayê Kurdistanê di warê çandinî de cihê herî zêde bergir û dewlemend a Sûriyeyê ye, hemû berhem li bajarên Sûriyeyê yên weke Heleb û Şamê dihatin hilberandin. Rejîmê tu kargeh li Rojavayê Kurdistanê çênekir û ji bo birçîhiştina Rojavayê Kurdistanê polîtîkayên dijwar bi kar anî.
Li gel raperîn û xwepêşandanên adara 2011 li seranserê Sûriyeyê dest pê kir, gelê Kurd li Rojava rêveberiya herêmên xwe xist destê xwe. Lê li hemberî Rojavayê Kurdistanê ji her aliyan ve embargoyek dijwar pêk hat. Ji bo rakirina vê embargoyê gelek hewl hate dayin. Di vê çarçoveyê de Meclîsa Aborî ya Rojavayê Kurdistanê hate damezarandin. Serokê Meclîsa Aborî ya Rojavayê Kurdistanê Ebdulrehman Xelîl derbarê kar û xebatên meclîsê de ji ANF’ê re axivî.
Serokê Meclisa Pêşxistina Aboriya Rojavayê Kurdistanê Ebdulrehman Xelîl, re diyar kir ku Meclisa Aborî ya Rojavayê Kurdistanê 4'ê çile 2013’an de li Qamişlo bi beşdariya 280 endamî konferans pêk xwe pêk anîne û damezarandine. Xelîl da zanîn ku di konferansê de karsaz, û bazirganên ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn, rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê hate nîqaşkirin, her wiha rêbazên çareserkirina pirsgirêkên aborî li Rojavayê Kurdistanê di xalên sereke yên konferasê de hatin gotûbêjkirin.
Xelîl da zanîn ku navenda meclisa wan ya sereke li bajarê Qamişlo ye û got: ''Komîteya rêveberiyê ji 25 endaman pêk tê, 7 endam ji wan di rêvebiriya jor de cihê xwe digrin. Li her bajarekî komîteya rêveberiya bajêr heye, li ser karên aborî yê bajêr xebatên xwe dimeşîne. Em ê hewl bidin li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê navendên xwe vekin û li wir xebatên xwe bidomînin. Hemû meclis dê bi navendê re girêdayi bin''.
Ji bo mercên endametiyê Xelîl bal kişand ku kesên ku bibe endamên meclisê, divê xwedî derfetênaborî bin, dê ji aliyê meclisê û Desteya Bilind a Kurd derfetên endaman di ber çav re derbas bibin. Her wiha Xelîl diyar kir ku hemû madeyên ku werin Rojavayê Kurdistanê dê di bin kontrola meclisê de derbas bibin. Xelîl da zanîn ku meclisa wan mecliseke sivîl e, ne girêdayî tu partiyan, dikarin bi hemû rêxistinên navnetewî yêm sivîl re têkilî çêbikin û got:''Em ê hemû sazî û rêxistinên sivîl yên navnetewî dawetî serdana Rojavayê Kurdistanê bikin''.
Derbarê rewşa heyî û veguhestina madeyan bo Rojavayê kurdistanê Xelîl got:''Me ji Desteya Bilind a Kurd xwest ku em bi destekdayina wan têkiliya bi odeya bazirganê ya Herêma Başûrê Kurdistanê li dar bixin, heta ku madeyên pêdivî pê heye di wir re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin''.
Di dawiyê de Xelîl diyar ku ew ê di demên pêş de malperek enternêtê vekin û her kes dê karibe têkiliya bi wan re dîne.