Li Roboskiyê 34 kes hatin bibîranîn ên ku hatibûn qetilkirin

34 kesên ku li Roboskiyê hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Li ser navê malbatan Velî Encu got ku, “6 sal in ku edalet pêk nehat. Îro desthilatdarî ji dêvila ku dara edaletê av bide, avê dide dirîkên zilmê. Asîman ji bêedaletiyê dike hilweşe.”

Li Şirnexê li gundê Roboskiyê ya bi ser Qilebanê di 28’ê Kanûna 2011’an de 19 zarok 34 kesan ji ber êrîşa balefirên şer ên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan. Di sala 6’emîn a qetlîamê de ev 34 kes hatin bibîranîn. Malbata kesên ku jiyana xwe ji dest dane, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, parlementerên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Mîthat Sancar, Leyla Bîlrîk, Aycan Îrmez û rêveberên HDP û DBP’ê tevlî bibîranînê bûn.

Li ser navê kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane Velî Oncu axivî yê ku serokê komeleya Roboskî-Derê bû û ev komele bi Biryarnameyên di hukmê Qanûnan de hatibû girtin. Encu diyar kir ku haya leşkeran ji qetlîamê hebû û got, “Piştî qetlîamên nehiştin ambûlans jî derbas bibin. Gelek birîndaran ji ber  ku xwîn ji wan diçû, jiyana xwe ji dest dan.”

Encu axaftina xwe wisa domand, “Erdogan û hemû wezîran digotin ku ew ê kiryar werin darizandin. Lê 6 sal in edalet pêk nehat. Heke kiryarên Roboskiyê bihatina darizandin belkî qetlîamên din jî bihatina ronîkirin. 6 sal in ku edalet pêk nehat. Îro desthilatdarî ji dêvila ku dara edaletê av bide, avê dide dirîkên zilmê. Asîman ji bêedaletiyê dike hilweşe.”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî sersaxî ji malbatan re xwest û got, “Hêviya me hebû ku kiryar werin darizandin. Lê pergal hesabê tu qetlîaman nade. Di 2 salên dawîn de gelek êşên mezin hatin kişandin. Destûrê nadin bibîranînê jî lê em ê têkoşînê geş bikin.”

Piştre Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay axivî û got, “Wekî ku tê zanîn bûyera ’33 gulle’ bi salan ji civakê hate vedizîn. Kesên ku ew qetlîam kirine, hesap nedan. Heke hesap bidana dibe ku ev qetlîam pêk nehata. Lê em ê her tim hesap bipirsin.”

Bibîranîn bi xwendina nameya parlementerê HDP’ê yê Ferhat Encu yê girtî  bi dawî bû.