Li Rihayê qeyda 16 hezar hilbijêrî hate guhertin!

Derket holê, li 11 navçeyên Rihayê qeyda niştecihiyê ya 16 hezar û 12 hilbijêrî nîne û navê van hilbijêran li deverên cuda hatine qeydkirin.

Derket holê, li 11 navçeyên Rihayê qeyda niştecihiyê ya 16 hezar û 12 hilbijêrî nîne û navê van hilbijêran li deverên cuda hatine qeydkirin.

Serokê Rêxistina HDP'ê ya Rihayê Halîl Akbaş ji hilbijêrên ku qeyda wan hatiye jêbirin xwest, serî li desteyên hilbijartinê yên navçeyan bidin.

Akbaş diyar kir, her kes divê qeyda xwe kontrol bike û ji bo pêşî li dek û dolaban bê girtin, divê hilbijêr mafê xwe yê îtirazê bi kar bînin.

Akbaş anî ziman, tirs ketiye dilê AKP-MHP'ê û got, "Çi dikin bila bikin wê winda bikin. Fenên ku di hilbijartinê de dikin jî wê nikaribin wan rizgar bikin."

Akbaş bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk û raya giştî jî kir ku li dijî hîleyên di dema hilbijartinê de werin kirin, bi hev re nerazîbûnê nîşan bidin.