Li Rihayê ji bo AKP'ê mohr bi rengekî komî li pisûlayan dan

Li Rihayê ji bo AKP’ê û Erdogan bi rengekî blok deng avêtin. Dîmenên sûcên AKP-Erdogan derketin holê.

Li Rihayê ku ji serê sibehê bi sûcên AKP’yiyan di rojevê de ye, binpêkirinên rêz û rêçikên hilbijartinê ya ji hêla AKP’yiyan bi dawî nabin.

Di dîmenekê de ku hate ber destê Navenda Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê, li sendoqa 2006’an a taxa Xelîlîye û Altindamlayê kesekî ku li ser sendoqê rûniştî ji bo AKP ‘ê û Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan pûsûlayan mohr dike û kesek jî van pûsûlayên mohrkirî dixe zerfê û sendoqê.

HDP’yiyan pirsa dîmenan li serokê sendoqê kirin, serokê sendoqan li gel dîmenan jî got,’’ne rast e’’.

Hate îdîakirin li sendoqa navborî deng hatin jimartin, ji bo HDP’ê 3 û ji bo AKP’ê 155 deng derketine.

Her wiha hate gotin ji şandeya Fransiz Solîdarîte Lîbertê Annîck Samouelîan, Marîe-Chrîstîne Tîsseyre, Joel Dutto û Mahmût Erol kû bi mebesta çavdêriyê çûbûne Dibistana Seretayî ya Pirsûsê Namik Kemal û hatibûn destgîgrkirin, piştî biryara destgîrkrinê ji dozgeriyê derneket hatin berdan.

Her wiha hate gotin şandeyeke çavdêr a biyanî ku diçûne navçeya Serêkaniyê li herêma Kepezê, li cihê kontrola polîsan hatine destgîrkirin.

Li hêla dî jî HDP û DBP’yiyên ji bo enamên Dibistana Husnu Oyegîn a Sîwerekê diçûn dibistanê alîgirên namzetê AKP’ê û parlamentere AKP’ê Kasim Gulpinar êrîş bi ser wan de birin. Hate gotin Hevserokê Navçeyê yê DBP’ê Sedat Çelîk ji serê xwe birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.