Li Riha û Mêrdînê banga tevlîbûna ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin

Di çarçoveya amadekariyên Meşa Gemlîkê ya ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 18’ê Mijdarê de bê lidarxistin, li Riha û Mêrdînê civînên gel hatin lidar xistin.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a navçeya Pirsûsê, ji bo meşa di 18’ê Mijdarê ku dê li Gemlîkê were lidarxistin, civîna gel pêk anî. 

PIRSÛS

Di civîna bi rêzgirtinê li avahiyê navçeyê hatiye destpêkirin de, bi Kurdî û Tirkî pankarta “Ji birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” hate daliqandin.

Endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîh Mevalî di civînê de bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. 

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adîle Fîdan jî ev tişt anî ziman: “Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin dengê Kurdan û Kurdistanê qut bikin. Ji ber tekane fikra ji gelên Rojhilata Navîn re azadiyê bîne fikra birêz Ocalan e. Bêdengiya civaka navneteweyî ji ber vê yekê ye. Vê yekê dizanin ji ber wê, tecrîdê didin meşandin. Ji ber vê yekê divê bi taybetî jî jin, xwedî li Meşa Gemlîkê derbikevin.”

SERÊKANIYÊ

Li navçeya Serêkaniyê jî li avahiya HEDEP’ê ya navçeyê civîna gel hate lidarxistin. Parlamentera Rihayê Dîlan Kûnt Ayan, rêveberên partiyê û gelek welatî beşdar bûn. 

Welatiyên di civînê de axivîn, diyar kirin ku ji bo tecrîd bê rakirin divê zêdetir têbikoşin û anîn ziman ku heke paradigmaya Abdullah Ocalan a “demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk” bi hemû aliyan ve were pêkanîn dê tecrîd bê wate be. 

QOSER

Şandeya ji Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Mêrdîn û navçeya Qoserê û Parlamentera HEDEP’ê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz pêk dihat, li Qoserê çû serdana esnafan. 

Serdan, bi mebesta vexwendina Meşa Azadiyê ku dê di 18’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin hate kirin. Şande, bi dilgermî hate pêşwazîkirin. 

Di serdanê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora wê ya li ser civakê hate vegotin û esnafan jî qala bandora tecrîdê kirin.  

Esnaf û welatiyan gotin ku tecrîd bandoreke giran li ser wan dike û desthilatdarî hewl dide civakeke kole biafirîne lê ew ê destûrê nedin. 

Nûnerên HEDEP'ê bang li gel kirin ku zêdetir dakevin qadan û diyar kirin ku ji bo şikandina tecrîdê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye.