Li Rezanê mazbataya HDP’yiyan nayê dayîn

Li navçeya Rezan a Amedê ya ku HDP’ê 70 ji sedî deng stendibû, mazbatayên endamên şaredariyê nayê dayîn.

Ligel ku 20 roj ji ser hilbijartina herêmî derbas bû, mazbatayên 30 endamên şaredariyê yên HDP’ê û ya hevşaredaran nehatiye dayîn. Bi hinceta ku bi BHQ'ê hatine îxrackirin wê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) mazbatayê nede 6 endamênmeclîsê yên HDP’ê û hevşaredar Zeyyat Ceylan.

Ji dêvila endamên meclîsa şaredariyê yên ku bi BHQ’ê hatibûn îxrackirin wê kesên di lîsteya cîgir a HDP’ê de mazbatayan bistînin. Li gorî îddîayekê 7 endamên meclîsa şaredariyê yên AKP’ê jî mazbataya xwe stendine.

Hevşaredara Rezanê Zubeyde Zumrut diyar kir ku Huseyin Beyoglû yê ku 25 ji sedî deng stendiye şaredarî xesp kiriye û got ku “Wê navê Beyoglû li kolanên Rezanê wekî diz were nivîsandin. Ji ber ku diziya herî mezin xespkirina îradeya gel e.”