Gelê Ranyayê îro jî daket qadan

Li Ranyayê ku duh 6 kes hatin kuştin, îro danê sibehê xwepêşandanan dîsa dest pê kirin. Esnafan dikan girtin. Di xwepêşandanan de êrîş tên şermezarkirin.

Li navçeya Ranya ya bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, xwepêşandanan danê vê sibehê dîsa dest pê kirin. Bi hezaran kesî, bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" dest bi meşê kirin.

Li navçeyê dikan girtî ne. Balkêş e ku bi hezaran kesên tevlî xwepêşandanan bûne kincê reş li xwe kirine.

Meşa girseyî ya li Ranyayê vê gavê jî dewam dike.

Di çalakiyên duh de ji ber êrîşa hêzên asayîşê 6 kes miribûn, bi dehan kes jî birîndar bûbûn. Avahiyên PDK, YNK û hikumetê ji aliyê xwepêşandêran ve hatin şewitandin.

ÇALAKIYA LI ŞAREZURÊ

Wekî din li bajarokê Şarezurê yê Silêmanî jî meşekê dest pê kir. Bi hezaran kes tevlî meşê bûne.