Rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê

Li Başûrê Kurdistanê piştî xwepêşandanên gel ên van sê rojên dawî rageşî didome. Saziyên rayedar di roja sêyan de daxuyanî dan, lê bersiv nedan daxwazên gel.

Xwepêşandanê gel ên li Başûrê Kurdistanê li 13 bajaran dest pê kirî duh jî dewam kirin. Li Silêmaniyê, navçe û bajarokên derdora wê bi hezaran kesî daxwaza îstîfayê ji hikûmetê kir. Ji ber êrîşên hêzên asayişê 7 kes hatin kuştin bi sedan kes birîndar bûn.

LI RANYAYÊ 6 KES HATIN KUŞTIN

Li navçeya Ranyayê ya Silêmaniyê 6 kes di encama êrîşan de hatin kuştin. Di êrîşa hêzên asayişê de 150 kes birîndar bûn. Rewşa piraniya birîndaran giran e. Beşek ji birîndaran rakirin nexweşxaneyên Silêmanî. Tê gotin ku êvarî hêzên Pêşmerge yên navçeyê vekişiyane. Rageşiya li Ranyayê dewam dike.

LI KOYÊ KESEK HATE KUŞTIN

Li Koyê jî êrîş bi ser xwepêşandaran e pêk hat û kesekî jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn.

WEŞANA NRT TV HATE RAWESTANDIN

Piştî berbelavbûna xwepêşandaran Asayişê bi ser stûdyoyên NRT TV ya Silêmanî de girt. Weşana televizyonê hate rawestandin, bi dehan xebatkarên wê hatin binçavkirin. NRT TV ku bi Kurdî û Erebî weşanê dike, tê tawanbarkirin ku di nav xwepêşandaran dide.

ABDÛLWAHID HATE BINÇAVKIRIN

Her wiha lîderê 'Tevgera Nifşê Nû' Şaswar Abdulwehîd ku duh êvarî ji Londonê hate Silêmanî, li balafiregehê, bi hinceta ku xwepêşandanan organîze dike hate binçavkirin. Li ser Abdulwahid berê biryara girtinê dabûn.

DAXUYANIYA HIKUMETÊ

Hikumeta Başûrê Kurdistanê duh daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ku di xwepêşandanan de avahî neyên şewitandin. Lê belê li gelek bajaran avahiyên PDK, YNK, Goran û avahiyên fermî hatin şewitandin.

DAXUYANIYA BARZANÎ

Piştî ku li Ranyayê 6 kes hatin kuştin, Serokwezîrê Herêmê Nêçirvan Barzanî daxuyaniyek da û banga 'îtîdal'ê kir. Lê belê li ser daxwazên xwepêşandêran tiştek negot.

DAXUYANIYA PARLAMENTÊ

Di daxuyaniya Parlamenta Başûrê Kurdistanê de hat xwestin ku xwepêşandan bi rengekî aştiyane werin kirin.

EBADÎ: EM Ê DEST LÊ WERDIN

Li ser bûyeran daxuyaniyeke din ji Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî hat. Ebadî got, "Eger zerar li xwepêşandêran bibe em ê dest li rewşê werdin."

HEVSEROKÊ TEVGERA AZADÎ WINDA YE!

Di vê navberê de piştî xwepêşandanên duh, ji Hevserokê Tevgera Azadî yê Wîlayeta Silêmanî Azad Omer agahî nayê girtin.