Li Qoserê piştî pîrozbahiya Newrozê meş hat kirin

Piştî Newroza bi coş a li navçeya Qoser a Mêrdînê, xelkê dest bi meşê kir û bi keviran bersiva êrîşa polîsan da.

Pişî pîrozbahiya Newrozê ya li navçeyê hat kirin, bi hezaran kes meşiyan.

Xelk ji noqteyên kontrolê derketin, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” ber bi Cadeya Nexweşxaneya Berê ve meşiya.

Wesayîtên zirxî û TOMA ji bo astengkirina meşê, ketin nava hewldanan. Girseyê guh neda astengiya polîsan meşa xwe domand. Polîsan bi gazên îsotê û tazyikliyê êrîş kir.

Ciwanan kevir û şîşeyên avê avêtin polîsan. Şerê di navbera ciwanên ku belavî kolan bûne û polîsan de, demekê berdewam kir. Hin çalakvanan li dijî êrîşa polîsan, îşareta serkeftinê nîşa dan. Bi taybetî bal kişand ku dayikek bi temen ber bi TOMA’yê ve dimeşiya.

Çalakî piştî belavbûna ciwanan, bi dawî bû.