Li Qoserê kurê cerdevan 2 bira îstîsmarkirin

Derket holê ku li Qoserê kurê cerdevan Kasim Kiniç, Şahîn Kiniç zarokên bira yên bi navê B.B û Y.B îstîsmar kiriye.

Derket holê ku li taxa Berçem ya navçeya Qoser a Mêrdînê kurê cerdevan Kasim Kiniç, Şahîn Kiniç (18) zarokên bira yên bi navê B.B (6) û Y. B (7) salî îstîsmar kiriye.

Piştî bûyer hate bihîstin kurê cerdevan Şahîn Kiniç ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin û piştî îfadeya wî hate girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Piştî li dadgehê jî îfadeya wî hate girtin kurê cerdevan Şahîn Kiniç hate berdan.

Bavê zarokên rastî îstîsmara zayendî hatin, M. B, bûyer ji ANF’ê vegot û diyar kir ku wê heta dawiyê li pey doza zarokên xwe be.

‘GEFÊN NEAXIVÎ, BÊDENG BE’

M. B, destnîşan kir ku berî bi hefteyekê li taxa Berçemê kurê wî B.B (6) ji aliyê kurê cerdevan Kasim Kiniç, Şahîn Kiniç ve hatiye îstîsmarkirin û got “Malbata Kasim Kiniç di sala 1998’an de ji gundeki Cizîrê ji ber bûyerên îstîsmarê hatiye sirgûnkirin. Di nava salekê de bi dehan zarokên temenê wan din ava 5 û 10 salî de ji aliye Şahîn Kiniç ve hatiye îstîsmarkirin. Berî ku bûyer eşkera bibe telefonek ji navçeya Gebze ya Kocealiyê ji min re hat û kesekî nexwest navê xwe eşkera bike got; ‘kurê te ji aliyê Şahîn ve hatiye îstîsmarkirin’. Piştî telefonê ji midûryeta polîsan a Qoserê 3 polîs hatin malê û ji bo îfadeyê ez birim midûryetê. Dema ku em diçûn midûryeta polîsan di rê de gefên ‘li midûryetê neaxivî, bêdeng be’ li min xwarin.”

Bav M. B, ji bo giliyên xwe li serdozgeriya Amedê bike, hate Amedê. Serdozgerê Amedê bi hinceta bûyer li Qoserê qewimiye ew şandin Mêrdînê.

Hêjayî gotinê ye ku kurê cerdevan Kasim Kiniç, Şahîn Kiniç li Qoserê bi dehan sewalên weke mirîş û bizin jî tecawûz kiriye.