Li Qoserê keyatî jî hate desteserkirin

Li gelek taxên Qoserê qeyûm hatin bicihkirin. Keya Mahsûm Aslan ku qeyûm li şûna wî hate bicihkirin got, "Gelê me wê di hilbijartinê de bersivê bide."

Li ser fermana Wezareta Karên Hundir a Tirk li navçeya Qoserê ya Mêrdînê keyayên 8 taxan ji pewyîrê hatibûn girtin. Li şûna 6 keyayan azayê wan hatin peywîrdarkirin. Li şûna 2 keyayan jî qeyûm hat tayînkirin. Qeyûmê Şaredariya Qoserê beriya niha bi demekê navê taxên Berçem û Dunaysir kiribû Tirkî. Navê Berçemê kirin Şahkulubey. Hat zanîn ku Midûrê Nifûsê yê Navçeyê Abdurrahman Abdussametoglu tayînî şûna keyayê txê Mahsum Aslan hatiye kirin.

Lİ gorî agahiyan, li taxa Dunaysir jî Midurê Karê Nivîsan a Qeymeqamiyê Ramazan Uygur jî tayînî şûna keya Şerîf Dag hat kirin. 

Serokê Komeleya Keyayên Qoserê Hatîş Şeran diyar kir ku tayînkirina qeyûman ew rast nabînin û li taxên qeyûm hatine tayînkirin xebat nayê kirin. Şeran anî ziman ku qeyûm ji ber karê xwe nikarin werin li taxê bi karê welatiyan ve eleqedar bibin û li avahiya keyatiyê jî rûnanên. Şeran got, ji ber keya tune ne gelek karê taxê tên astengkirin.

Keyayê Taxa Berçemê Mahsum Aslan jî da zanîn ku peywîra wî hatiye "xespkirin" û got: "Abussametoglu ne dixwest peywîrê hilde. Lê ji ber karmend bû neçar ma hilda ser milê xwe. Bendewariya me ew e ku gelê me di sindoqan de bersiva herî xûrt bide. Gelê me dizane wê çi bike. Sindoq nêz e. Wê gel biçe ser wan sindoqan. Wê bersiva herî xweşik bide wan kesên vê polîtîkayê dixe meriyetê. Ez ji vî bawerim. Ji niha ve li taxê kar hatine astengkirin. Ji ber gel keya li avahiya keyatiyê nabîne neçar in diçin miduriyeta nifûsê."