Li Qoserê binçavkirin û girtin

Li Qoserê bi hinceta ku li ser torên civakî propagandaya PKK’ê kirine ji kesên hatin biçavkirin 5 kes hatin girtin.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê ji 7 kesên ku bi hinceta li ser torên civakî propagandaya PKK’ê kirine; Midûrê Giştî yê Radyoya Rengîn a ku li herêma Mêrdînê û weşanê dike ku bi BHQ’ê de hatibû girtin Ramazan Kaya jî di nav de 5 kes hatin girtin, 2 kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Bi hinceta li ser torên civakî propagandakirina PKK’ê kirinê, Midûrê Giştî yê Radyoya Rengîn a ku li herêma Mêrdînê û weşanê dike ku bi BHQ’ê de hatibû girtin Ramazan Kaya jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin.

Piştî karûbarên li emniyetê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Qoserê ve îfadeya wan hate girtin û şûnde 7 kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, 5 jê hatin girtin.