Li Qeymaqamiya Cizîrê îro jî kesekê xwest întihar bike
Duh li Qeymaqamiya Cizîrê kesekê întihar kiribû û îro jî welatiyekê hewlda întihar bike.
Duh li Qeymaqamiya Cizîrê kesekê întihar kiribû û îro jî welatiyekê hewlda întihar bike.
Li avahiya Qeymeqamiya navçeya Cizîr a Şirnexê kesê bi navê D.O. bi gotina “Deynên min hene” bi çekê xwest întihar bike. D.O yê li jêrzemîna avahiya qeymeqam diyar kir ku dixwaze xwe bikuje, polîsên taybet ku ketin avahê dixwazin D.O qane bikin.
Di navbera girseya ku li derdor kombûyî û polîsan de cih cih rageşî heye.
Duh jî Nezîr Kiliç li avahiya qeymeqam ji qata 4’an xwe avêt û întihar kiribû.