Li Qersê xebatên referandûmê didomin
Ji referandûmê re tenê çend roj mane, xebatên li Qersê berdewam dike. Li taxên navenda Qersê belavokên 'NA'yê hatin belavkirin.
Ji referandûmê re tenê çend roj mane, xebatên li Qersê berdewam dike. Li taxên navenda Qersê belavokên 'NA'yê hatin belavkirin.
Li Qersê xebatên NA’yê bi hemû leza xwe didome. Di çarçoveya xebatên referandûmê de li taxên navenda Qersê belavokên Na’yê hatin belavkirin. Xebata ku Endama Konseya Rêveberiya Meclîsa HDP'ê Arîfe Çinar, Hevserokên HDP û DBP'ê yên bajêr û rêveberên partiyê ku tevlî bûn, rastî eleqeyeke mezin a gel hatin. Zarok û jinan bi pankartên ku li ser wê 'NA' û 'Hayir' hatibû nivîsandin, heyet pêşwazî kirin.
Xebat li taxên Sûbatan, Bulbul, TOKÎ û Halîtpaşa hat kirin û koma xebatê serdana dikandaran kirin û sedema NA’yê ji wan re rave kir. Di çarçoveya xebatan de bang li gel hat kirin ku xwedî li sindoqan derbikevin û biçin ser sindogan dengê xwe bi kar bînin.
Piştî ku komê xebatên xwe yên li taxan qedand, ketin ser rêya navçeya Qersê Selîmiyeyê. Kom wê li navçeya Selîmiyeyê biçe serdana gundan.