Li Qersê Newroza 'hesabpirsînê'

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Qersê pîrozbahiya Newrozê li gel berfê pêk hat.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Qersê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Kesk Çep pêk hat.

Pîrozbahî bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bûn.

Şêniyên bajêr li gel berfê jî berê xwe da Gar a Qersê cihê pîrozbahiyê. Gundî ji ber berfê bi zor û zehmetî xwe gihandin navenda bajêr.

Girseya gel ji du nuqteyên kontrolê derbasî nava qadê bû û dirûşma "Bijî Newroz" qîriya.

Tevlîbûna zêde ya xwendekarên zanîngehê bal kişand. Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cengîz Anli destpêkê axivî û got, "Xelkê Qersê her tim xwedî li îradeya xwe derketiye û wê vê yekê jî dewam bike. Dest bidin hev û xwedî li îradeya hev derkevin. Em Newroza xwe diyarî berxwedêrên li zindanan û qurbaniyên erdhejê dikin."

Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan jî li qada Newrozê axivî û got, "Li hemberî zilma zaliman we serî netewand û paşve gav neavêt."

Paylan got, "Em ê 14'ê Gulanê cejneke din jî pîroz bikin, ev tarîtî wê bi dawî bibe. Ji wan hebû ku bi zindanîkirina bi hezaran mirovên me wê me bitirsînin. Em ji bo rûmetê têdikoşin. Em ê li Tirkiyeyê wekheviyê pêk bînin. Piştî 14'ê Gulanê polîtîkayên aştiyê wê li vî welatî destpê bike. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Xwe amade bikin ku heta hilbijartinê li gel hev kar bikin."

Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî anî ziman ku ji ber erdhejê Newroz bi xemgînî derbas dibe û got, "Em di şînê de ne, em bi hêrs in, ji ber ku em zanin ku kî me dikuje. Ev desthilatdariya faşîst me dikuje. Ev desthilatdariya ku tevlî rantê bûye û xwezayê tune dike, mirovan tune dike, me dikuje. Em heqê xwe li wan helal nakin û wê hesabê vê yekê bidin. Em vê Newrozê weke Newroza hesabpirsînê pîroz dikin."

Koçyîgît nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "23 meh in deriyên Îmraliyê girtine û naxwazin ku dengê Birêz Ocalan bê bihîstin û hêviya aştiyê biafire. Gelê Kurd êdî nikare xwe li vê rabigire. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, ji bo girtiyên siyasî bêne berdan em ê 14'ê Gulanê de bi ser bikevin."

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan, bernameya Newrozê bi stranên hunermend Kasim Taşdogan bi dawî bû.