Li Qersê ên ku rehîn hatine girtin bûne 12

Li Qersê bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî kesên ku hatine girtin bûne 12.

1'ê Cotmehê bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî ku Serdozgeriya Komarê ya Qersê dabû destpêkirin, Hevşaredar Şevîn Alaca jî di nav de 21 kes hatibûn destgîrkirin. Ji destgîrkiriyan 3 jê piştre liş edliyÊ hatibûn gerdan, 3 jê hatibûn girtin.

10 kesên destgîrkirî duh birin edliyê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê Halîl Kan bi şertê kontrola edlî hate berdan. Suat Bayhan, Kaya Nakî, Fahrettîn Kaya, Reîs Baykiz, Hamît Daşdelen, Hamdî Erkmen, Medya Tugay,  Bulent Agbaba û Omer Albayrak bi daxwaza ku werin girtin şandin dadgehê. 9 kes piştî ku li Dadgeriya Silhê ya Nobedar îfadeyên wan hatin standin, bi îdîaya ku 'endamên rêxistinê ne' rehîn hatin girtin.
Şevîn Alaca jî di nav de hê tê payin 5 kesan îro bibin edliyê.