Li qereqola valakirî 205 hilbijêr hatine qeydkirin
Li bajarokê Hîlalê yê navçeya Qilabanê, li qereqola ku beriya salekê hatiye valakirin navê 205 kesî hatine qeydkirin.
Li bajarokê Hîlalê yê navçeya Qilabanê, li qereqola ku beriya salekê hatiye valakirin navê 205 kesî hatine qeydkirin.
Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, di lîsteya hilbijêran a hilbijartinên xwecihî de bêûsilî tespît kir. HDP'ê derxist holê ku li qereqola beriya salekê li bajarokê Hîlalê hatiye valakirin qeyda 205 kesî hatiye çêkirin.
Hate gotin, kesên ku ji bajarên din e, leşker in.
HDP wê li ser mijarê îro serî li Desteya Hilbijartinê ya bajêr bide.