Li qereqola Girê dan: 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin

Hêzên gerîla li dijî Qereqola Girê ya navçeya Çelê ji du baskan ve bi kordîneyî çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeka A-4 û çeperek hate rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosê li herêma Zapê de;

12’ê Tebaxê saet 05:30’î gerîlayan li bi koordîenyî ji du baskan ve li Qereqola Girê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê da. Baskê yekem ji nêzîk ve li çepera ku çeka A-4 lê bû lê da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, çeka A-4 hate îmhakirin û çeper hate rûxandin. Baskê duyemîn jî, çeperên li nêzî qereqolê dan. Li vir çeperek hate rûxandin, 2 dagirkerên li çeperê bûn jî hatin cezakirin.

Di vê çalakiyê de ku ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat, bi giştî 3 dagirker hatin cezakirin, çeka A-4 û çeperek hatin îmhakirin, çeperek din jî hate derbkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya li herêma Metîna de;

13’ê Tebaxê saet navbera 21:00-23:00’an, tevgera helîkopteran li xeta Qaşûra pêk hatiye. Helîkopterên ku xwestin derdorî gundê Derarê bombe bikin bûn hedefa hêzên me. Di encama mudaxeleya hêzên me de, helîkopterên hatin derbkirin ji herêmê neçar bûn vekişin.

Roja 12’ê Tebaxê saet 05:30’an herêmên Şehîd Rustem, Şkewta Birîndaran û Çiyayê Reş ên girêdayî Zapê û herêmên Cîloya Biçûk bi çekên giran hatin bombekirin.

13’ê Tebaxê saet di navbera 09:00 – 02:00’an de tunelên şer ên qada Werxelê ya girêdayî qada Avaşînê bi gazên kîmyewî û çekên giran hatiye bombekirin. Tevgera dronanan ya li ser qadê didome.

Roja 13’ê Tebaxê  di navbera saetên 21:00- 22:00’an de hawîrdorên gundên Êdînê, Deşîşê û Serero yên girêdayî herêma Kanî Masî ya navçeya Amêdiyê bi helîkopterên êrîşê hatine bombekirin. Dora gundên Hirorê û Kêste jî bi top û hawanan hatiye bombekirin.

13’ê Tebaxê saet 18:36’an balafirên şer gundê Kawika ya bajarokê Dînartê ya navçeya Akrê bombe kir. Heman rojê saet 10:10’î balafirên şer derdorî gundê Sergelê ya navçeya Amêdiyê bombe kir. Di bomberdûmanê de şewat derketî dewam dike.

Di van êrîşan de ti windahiyên hêzên me nîne.”