Li Qereçoxê liv û tevgera DAÎŞ’ê, artêşa Iraqê lê da

Çeteyên DAÎŞ’ê li Azîkend û devera Qelata Soran ên Çiyayê Qereçoxê ketin nava liv û tevgerê, artêşa Iraqê ya bi vê tevgera çeteyan hesiya, destpêkê bi guleyên ronîkirinê piştre jî bi hewanan çete topbaran kirin.

Li Ajîkend û Qelata Soran ên dikeve çiyayê Qereçox liv û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê. Artêşa Iraqê ya bi vê tevgera çeteyan hesiya, destpêkê bi guleyên ronîkirinê piştre jî bi hewanan çete topbaran kirin. Heta niha jî liv û tevgera artêşa Iraqê ya li herêmê didome.

Piştî vê tevgerê hinek medyayên Başûr bi lez û bez nûçe derbas kirin ku Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê balafirên şer ve hatine bombebarankirin.

Agahiyên ji Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê hate girtin ku agahiyên wiha ne rastin, tiştek wiha nîne, rewşa wargeha Mexmûrê aram e.