Li Qendîlê xwarina fitarê

Şaredariya Qendîlê bi wesîleya meha Remezanê, ji bo gundiyên Qendîlê û derdora wê, xwarina fitarê da. Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb jî li xwarina fitarê amade bû.

Şêniyên Qendîlê û derdora wê, fitara xwe bi hev re kirin. Piştî fitarê, Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb û Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Îsmaîl axivîn.

SALÊN DIYARKER

Xerîb got, "Li Kurdistanê meha Remezanê meheke pîroz e. Em jî weke tevger vê mehê girîng dibînin. Ev bû mehek, KNK'ê dest bi karên yekîtiya neteweyî kir. Beriya demeke kin bi hevalên me re jî rûnişt. Bersiva me ya ji bo yekîtiya neteweyî erênî bû û ji bo dawî li parçebûna navbera Kurdan bînin çi ji destê me bê em ê bikin. Me karê KNK'ê weke gaveke mezin dît. Hêvîdar im wê hemû tevger û rêxistin bersiveke erênî bidin. Ez jî ji vê derê bang li hemû hêzên ji nêrînên cuda ne dikim, ku tevlî xebatên yekîtiya neteweyî bibin. Ev salên li pêşiya me ji bo me Kurdan gelekî girîng in û diyarker in."

'HÊZÊN QIRKER NIKARIN BI SER BIKEVIN'

Mele Îsmaîl jî got, "Beriya her tiştî spasiya her kesên tevlî xwarina fitarê bûne dikim. Yên ku heta niha hewl dan polîtîkayên qirkirinê li ser Kurdan bimeşînin, xuya ye negihiştine armanca xwe. Di herikîna dîrokê de Kurdan timî pirsa 'em çima nebûn yek' li xwe kirine. Ev yek çavkaniya parçebûna nava me ye. Nakokiyên ku bi zanebûn di nava me de hatine afirandin, li pêşiya yekîtiya me aasteng in. Em ti carî weke îro negihiştin wê rewşê ku xwe bispêrin hêza xwe. Êdî Kurd xwedî wê hêzê ne ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin."