Li Qendîlê Maratona ji bo bîranîna berxwedana 14 Tîrmehê
Ciwanên Binarê Qendîlê ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê maratonek pêk anîn.
Ciwanên Binarê Qendîlê ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê maratonek pêk anîn.
Ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê, li Binarê Qendîlê bi dirûşmeya "PKK maratona bê dawî ya ciwanane" bi beşdariya 12 ciwanan maratonek bezê pêk hat.
Maraton bi dirêjahiya 5 kîlometreyan ji gundê Enzê dest pê kir û heya gundê Bokrîsan berdewam kir.
Di encama maratonê de ciwanê bi navê Ferman Qadir bû yekem, Bejdar Mihemed bû duyemîn û Ziryan Hacî Şêxe jî pileya sêyemîntiyê bidest xist.