BI DÎMEN

Li Qendîlê agirê Newroz ê yeke hate pêxistin

Ji bo Newroza sibehê ji îro ve bi hezaran kes çûne Qendîl û bi gêrîlayan ve agirê Newroz ê yekemîn pêxistin.

Ev çend salê dawîyê Qendîl, ji bo çar perçeyê Kurdîstanê bûye navenda hevdîtinê, li vir agirê Newrozê yê yekemîn hate pêxistin.

Girse, ji bo pîrozbahiya sibehê di naha de li qadê kom bûne. Li nêzê qadê kon hatine vedan, agirê Newrozê dadane, di binê baranê de bi gêrîlayan re govendê digerînin. Bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” tê berzkirin, pîrozbahî di van saetan de jî didome, gerîlayan jî wekî her sal îsal jî di bin quntarê çiya, bi agir tîpên mezin PKK û Apo nivîsandin.