Li Qendîlê 27’ê Mijdarê hat pîrozkirin

Li Binarê Qendîlê 42’emîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi merasîmeke girseyî hat pîrozkirin.

Îro piştî nîvro bi pêşengiya Însiyatîfa Gel li Gundê Silê ya Binarê Qendîlê 27’ê Mijdarê bi merasîmeke girseyî hati pîrozkirin. Ji gelek bajaran hejmareke zêde ji welatiyên Başûrê Kurdistanê berê xwe dabûn Qendîlê û tevlî merasîmê bûn. Tevî şer û mercên hewayê yê sar û baranî jî merasîm bi coşekî mezin bi rê ve çû.

Merasîm di saet 13:00’an bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê Komîteya PKK’ê Heqî Entab peyamek pêşkêş kir û got: “PKK di demekî de ava bû ku gelê Kurd dihat înkarkirin, lê PKK’ê careke din ruh da gelê ku dihat înkarkirin. Niha kes nikare hebûna Kurdan înkar bike. Ew yek jî yek ji destkeftiyên mezin ên PKK’ê ne ji bo gelê Kurd.

PKK partiya her çar perçeyên Kurdistanê ye, kes nikare PKK bi perçeyek ya jî navçeyekê ve sînordar bike. PKK bi kiryar û bîrdoziya xwe ev rastî îspat kiriye. Mînakê wê yê diyar jî çûyîna gerîla ya ji bo Şengal, Kerkûk û Mexmûrê ya di dema şerê li dijî DAÎŞ’ê bû û Başûrê Kurdistanê parast. Di asta giştî de jî karî rêxistina cîhanî ya herî dirinde ya DAÎŞ’ê jî têk bibe.”

Di berdewamiya merasîmê de Koma Şehîd Viyan ya girêdayî Rêxistina Nûxwaz berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Piştre her yek ji Komên Vejîn û Şehîd Serhed jî coşa merasîmê bi berhemên xwe re domandin.

Di heman demê de hunermend Berbang Hilat û Berhem Şemamî jî bi stran û berhemên xwe ve coşa merasîmê germ û geştir kirin. Girseyê jî li ber stranan govend gerandin û bi vî rengî merasîm bi dawî bû.