Li Qamişlo cenazeyên 2 Şervanên YPG'ê hatin veşartin

Welatiyên Qamişloyê bi merasîmekî cenazeyên 2 Şervanên YPG'ê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişloyê berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Sarûxan û tevlî merasîma cenazeyên 2 şervanên YPG′ê Mezlûm Elem ku di berxwedana Rojava de û Endamê Hêzên Asayîşê Ebdulhemîd Hesaf ê ku di encama kirîza dil de şehîd bûne, bûn.

Li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ji aliyê Endamên Hêzên Asayîşê ve merasîmekî leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Desteya Hevserokatiya MSD′ê Hikmet Hebîb axivî û diyarkir ku cangoriyên azadiyê axa welat bi xwîna xwe avdane û wiha got; ″Bakurê Sûriyê di rewşek dijwar re derbas dibe. Hin dewletên herêmî jî li dijî gelên herêmê komployan didin meşandin da ku vîna wan bişkênin. Dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî DAIŞ′ê, hewl dide herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike. Lê piştî ku projeya wê ya dagirkeriyê li Minbicê têk çû, bi hin xayînan re berê xwe da Şengalê.″

Endamê Desteya Hevserokatiya MSD'ê Hikmet Hebîb balkişand ser projeya federaliya Bakurê Sûriyeyê û wiha got: "Gelên herêmê biryara xwe dan û projeya xwe ya Federal li ser bingeha neteweya demokratîk, ragihandin. Ev proje yekîtiya gelên herêmê misoger dike."

Her wiha keça Ebdulhemîd Hesaf, Şîlan Hesaf soza şopandina rêya bavê xwe da.

Piştre nasnameyên Şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Bi dirûşmeyan cenazeyên her 2 Şervanan hatin veşartin.