Li qadên gerîla pîrozbahiya 15’ê Tebaxê dewam dike

Gerîlayên HPG-YJA Star’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê 33. Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşekî mezin pêşwazî kirin û pîrozbahî berdewam dikin. Di pîrozbahiyên gerîla de hunermend Diyar bi stranên xwe beşdarî şahiyan bû û gerîla coşandin.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medya yê weke ku her sal salvegera pêngava 15’ê Tebax’a 1984’an pîroz dikin, îsal jî bi coş û moralekî mezin Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) bibîranîn û pîroz kirin. Hunermend Diyar, qad bi qad li warê gerîla lêne geriya û bi stranên xwe yên şoreşî beşdarî şahiyên gerîla bû. Diyar, di destpê ka şahiya 15’ê Tebax’ê de kêfxwaşiya xwe ya bi gerîlayan re anî ziman û got: “Gerîla ji bo hemû mirovahiyê hêviya pêşeroja jiyaneke azad in û hêviya xilasiya gelan e.”

‘GERÎLA NÎŞANEYA JİYANA AZAD E’

Hunermend Diyar, di destpêka axaftina xwe de cejna vejînê, li Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, tekoşerên azadiyê û li hemû gerîlayan pîroz kir û wiha got: “Mirov hunermendekî, ne profesor be jî dema ku tê li hember gerîla ji kelecanan ve nikare baxive. Lê ez dixwazim çend hestên xwe bi were parve bikim. Ez gelek caran hatime qadên gerîla û çûme lê her ku ez têm weke ez cara yekem gerîla dibînim ji min re tê. Ji ber ku mirov li hember vîn û baweriya gerîla kelecaneke mezin dijî. Ji bo gelê me jî, gelê biyanî jî gerîla di vê cîhana ku hatiye qîrêjkirin de hêviyeke pir mezin e..”

‘RÊBER APO Bİ FİKİR, FELSEFE XWE TEMSÎLA NİRXÊ MİROVAHİYÊ DİKE’

Diyar, di axaftinên xwe de bal kişand li ser şerê gerîla ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û artêşa tirk dide meşandin û wiha pêde çû: “Di Rojhilata navîn de li her derê çeteyên barbar welat xirab kirine, êrişên hovane pêk tînin. Lê dema em tên û rastiya jiyana gerîla dibînin, têkiliya rêhevaltiya di van çiyan de dibînin, dayîn û standina gerîla, qîmet û nirx dayîna gerîla ya ji însanan re dibînin, hêviyeke mezin di mede çêdike. Êdî heviya herî mezin ji bo mirovahiyê gerîla ye. Çawa ku Serok APO ne tenê Serokê gelê kurd e, ne tenê Rêberê Rojhilata navîn e. Rêber APO bi fikir, felsefe û paradigmaya xwe temsîla nirxê hemû mirovahiyê dike. Gerîla jî ne tenê şervanê Tekoşîna Azadiya Kurda ye, êdî şervanê tekoşîna azadiya mirovahiyê ye. Gerîlayên Kurdistanê bi taybetî jî jinên Kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de xwe îspat kir. Dema digotin DAIŞ, herkes dileriziya. Gelê Avropa jî ji ber DAIŞ’ê heman tirs dijiya. Lê belê nîha panzehîra DAIŞ’ê jî heye û ew jî gerîlayên azadiya Kurdistan e.”

Hunermend Diyar diyar kir ku divê her kes gerîlayên azadiyê bi têkoşîn û berxwedanan wan nas bike.

Şahiya gerîlayan bi dirûşman û gerandina govendê ve bidawî bû.