Li Pirsûsê terora AKP'ê: Kêr li HDP'yiyekî dan

Namzetê AKP'ê yê Rihayê û parêzvanên wî li Pirsûsê terorê dikin. AKP'yiyan kêr li HDP'yiyekî dan.

Namzetê AKP'ê yê parlamenteriyê Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzvanên wî ku bi rojane komkujiyan dikin, li navçeya Pirsûs a Rihayê terorê dikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Yildiz û çeteyên wî, vê carê êrîş birin ser wezîfedar û endamên HDP'yî yên li Dibistana Navîn a Mehmet Akîf Îmam Hatîp, Lîseya Pîşeyî ya Endustrî û Dibistana Seretayî ya Hurriyetê. Çekdarên Yildiz êrîşî HDP'yî û wezîfedarên li ber hîleyan rabûn, kirin. Xizmên Yildiz ê AKP'yî li Lîseya Keçan a Îmam Hatîp kêr li dengdêrekî HDP'yî dan.

Nûçegihana MA'yê Arjîn Dîlek Oncel ku ji bo şopandina nûçeyê çû wê dibistanê, bû hedefa gefa êrîşa Yildiz ê AKP'yî û xizmên wî.