Li Pirsûsê di salvegera dagirkeriya şaredariyê de daxuyanî hate dayîn

Hevserok Abdullah Polat li Pirsûsê di salvegera dagirkeriya şaredariyê de axivî û got “Li hemberî kesên ku dixwazin stûyê me xwar bikin, em ê gavekê jî bi paş ve neavêjin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, bi boneya salvegera tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Pirsûsê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’ê hat dayîn. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di daxuyaniyê de amade bûn. 

Di daxuyaniyê de pankarta “Wê qeyûm biçe em ê bimînin, em duh hebûn em ê sibe jî hebin” haye vekirin. Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Pirsûsê Abdullah Polat yê ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin axivî. Polat, da zanîn ku li cihên qeyûm lê hatiye tayînkirin qedexe di meriyetê de ne û wiha got: “Çalakî û xwepêşandanên demokratîk hatin qedexekirin. Zêdetirî 5 salan civînên li cihên girtî û vekirî, xwepêşandan, meş, daxuyanî, vegirtina konan, danîna stantan, çalakiyên rûniştinê û konser hatine qedexekirin. Mixabin ku partiyên din ên muxalefetê li dijî darbeya li dijî vîna hilbijêrên HDP’î hatiye kirin, bêdeng man.”

Bi domdarî Polat anî ziman ku derheqê tu hevşaredarên HDP’î de heta niha tawanbariyên nelirêtiyê nehatine kirin û wiha bi dawî kir: “Hevşaredarên me, ev peywira xwe ya ku gel dabûyê bi serfirazî bi cih anîn û rûmeta gel binpê nekirin. Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya birûmet hîn mezintir bikin û li dijî tu zehmetiyan stûyê xwar nekin û em ê bi paşve gavan neavêjin.” 

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.