Li Pirsûsê DEDAŞ'ê provoke kir, polîsan êriş kir: 2 kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Pirsûsê şêniyên taxê nerazîbûn nîşanî birina saetên ceyranê ya ser dîrekan dan. Li ser vê yekê polîsan bi gaza îsotê û TOMA’yan êrişî şêniyên taxê kirin û 2 kes destgîr kirin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê tîmên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) xwestin saetên ceyranê bibin ser dîrekan. Ev yek bû sedemê rageşiyê. Tîmên DEDAŞ’ê ku ji bo saetên ceyranê bibin ser dîrekan di saetên serê sibê de li Taxa Bariş dest bi xebatan kirin, ji aliyê şêniyên taxê ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê tîmên DEDAŞ’ê bang li polîsan kirin û ew gazî taxê kirin. Polîsên ku tax bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin bi hêceta ku 'xebat astengkirine' jin û zarok jî di nav de bi gaza îsotê û TOMA’yê êrişê şêniyên taxê kirin. Di êrişê de 4 kes bi gaza îsotê birîndar bûn û 2 kes jî hatin destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku kesên hatine destgîrkirin birine Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê. Rageşiya ku bi êrişa polîsan dest pê kir, di nava kolanên taxê de dewam dike.