Li Pêrtagê destavêtina li zarokan

Derket holê ku li navçeya Pêrtag a Dersimê dest avêtine gelek zarokan.

Hat zanîn ku li navçeya Pêrtagê ya Dersimê gelek zarokên lawik temenê wan di navbera 11 û 16 salî de bi destavêtinê re rû bi rû mane. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê destavêtinê de kesê bi navê H.Y hate destgîrkirin.

‘BIRYARA NEPENÎ’

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pêrtagê ve lêpirsîn hate destpêkirin û biryara nepeniyê hate dayîn. Diyar bû gelek xwendekarên ji dibistanên cuda yên navçeyê birine. Miduriyeta Polîsan a Navçeyê û îfadeyên wan girtine.

Hat zanîn ku bi hênceta biryara “nepen” a li ser dosyeyê agahî nedan parêzerên endamên Baroya Dersimê.

Tê payîn endamên Platforma Jinan a Dersimê têkildarî destavêtina li herêmê îro daxuyaniyekê bide çapemeniyê.