Li Pênciwênê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê

Li Pênciwênê Yûnûs Ûmer li dijî tecrîda Îmralî dest bi greva birçîbûnê kir.

Li Başûrê Kurdistanê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li gelek navenda hene, didomin.

Li Kelarê Endazyar Herêm Hemûd roja 24’ê Sibatê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger dabû destpê kirin. Piştre 25’ê Sibatê Wênegir Cûma Kerîm, 26’ê Sibatê Mamoste Serda Melîhe ji bo piştgirîdayinê ketibûn greva birçîbûnê.

‘JI BO KU EM ERKA XWE PÊK BÎNIN...’

Yûnûs Ûmer ê li navçeya Pêwnciwên a Silêmaniyê dijî, ragihand ku li dijî tecrîdê greva birçîbûnê daye destpê kirin.

Ûmer li ser hesabê xwe yê tevna civakî daxuyanî da û got; “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û li dijî Leyla Guven pêkanîna erka xwe dest bi greva birçîbûnê dikim.”

Ûmer ragihand ku ew ê zêdetirî 10 rojan çalakiya xwe bidomîne.