Li Pasûrê şewat: Agahî ji nêzî 30 kesan nayê girtin

Li Pasûrê piştî qedexeya derketina kolanan hate îlankirin û şûnde, ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a li devara daristan a Askar û Beyrokê  yên girêdayî navçeyê, şewata derketî hê jî dewam dike. Ji 30 kesên li van gundan dijîn agahî nayê girtin.

Piştî qedexeya derketina kolanan a ji aliyê qeyemaqam ve li navçeya Pasûr a Amedê hate îlankirin û şûnde, ji ber bomberdûmana artêşa Tirk li daristanên gundên Askar û Beyrokê şewat derket, ji nêzî 30 gundiyan agahî nayê girtin. Piştî qedexeyê û şûnde li bejahiya Askar û Berokê bi beşdariya leşker û cerdevanan oparasyonek hatiye destpêkirin.

Behahiya gundê Eskar ê bi alîkariya helîkopter û balafirên keşfê yên bê mirova tê bomberdûman kirin, şewata li herêma daristanê ya li Şirnexê derketî belav dibe. Gundiyên ku ji bo agir vemirînin çûn gund, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.

Li gundê Askar ê dem bi dem dengê çekan jê bilind dibe, ji 30 gundiyên ku debara xwe ji çandinî û lawirvaniyê derbas dikin agahî nayê girtin. Welatiyên ku xizmên wan ji canê wan metirsîdar in, serlêdana ji bo fermandariya jendermeyan a navçeyê ti encam negirt.