Li Pasûrê êrîşa çekdarî birin ser HDP'yiyan

Komeke rêveber a HDP'yî ku ji bo piştevaniyê serdana hevşaredarên ku ji peywirê standine, kirin, komekê bi çekan û dar û rotan êrîş bire ser wan, 2 HDP'yî birîndar bûn.

Daraza Tirk çalakiya HPG'ê ya li Pasûrê ya li ser kontryan kire hêncet û hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û  Fatma Ay jî di nav de 5 kes destgîr kiribûn.

Piştî van girtinan Ay û Taş ji peywirê hatibûn standin û qeyûm anîbûn ser şarederiyan.

Dema ku rêveberên HDP'ê ji bo piştevaniyê serdana endamên meclîsa şaredariyê kirin komekê êrîş bire ser wan.

Di nav serdanvanan de endamên meclîsa şaredariyê yên Erxanî, Farqîn û Hezro jî hebûn û 3 rêveberên HDP'ê jî hazir bûn.


Piştî ku koma HDP'yî piştî çalakiya rûniştinê ya li ber Şaredariyê rabûn û vedigeriyan komeke ji 10 kesan pêk dihat, a çekdar êrîş bire ser wan. Hate gotin koma çekdar bi cop û rotan êrîş bi ser HDP'yiyan de bir. Dema êrîşê camên wesayitan hatin şikandin û 2 HDP'yî birîndar bûn.

Tê gotin kesên ku êrîş anîne cerdevan in. Piştî êrîşê HDP'yî li cihê kontrolê ya leşkerî hatin rawestandin û nasnameyên wan hatin sehkirin. Destûr hate dayin ku 2 wesayitn derbas bibin û wesayitek jî dane rawestandin.