Li Panosê operasyonên qirkirina siyasî: 6 kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Panos a Agiriyê di encama operasyonên qirkirina siyasî de 6 kes hatin destgîrkirin.

Vê sibê li navçeya Panos a Agiriyê di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Panosê ve meşandin, polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtinê de Endamê Meclîsa Şaredariyê yê HDP’yî Mehmet Şahîn Savci, nûnerên HDP’ê yên navçeyê Orhan Tûtak, Omer Yavûz, Fatîh Dilmaç, Mûsa Ûygar, Mehmet Emîn Savci hatin destgîrkrin.

Di serdegirtinê de polîsan derî û pencereyên malan şkandin û kesên destgîrkirîn birin Miduryeta Emniyetê ya navçeyê.