Li Nobeta Edaletê ya Wanê bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin di roja 114’an de berdewam dike.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan dane destpêkirin di roja 114’an de berdewam dike. Dayika girtî Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê de tê ragirtin, Aslihan Tîmûr û dayika Metîn Ûyar ê li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeya Gîresûnê tê ragirtin, Fîlîz Ûyar çalakiya îro domandin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Wanê û endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Alî Bora piştgirî da malbatan.

Hevserokê DBP’ê Çetîn Ûyar ê di serdanê de axivî û bal kişand ser çalakiyên Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar, malbata Dokû û çalakiyên malbatên girtiyan li Wan, Amed û Îzmîrê dane destpêkirin û wiha got: “Ez kesên têkoşîna edaletê dimeşînin silav dikim. Kesên ku dê qezenç bikin wê bibin em.”

Ûyar bertek nîşanî tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd  Abdûllah Ocalan da û qala bi milyonan îmzeyên ji bo Ocalan hatin komkirin û daxwaza azadiyê ya di pîrozbahiyên Newrozê de derket holê kir. Ûyar diyar kir ku hikûmet van hemû daxwazan piştguh dike û ev bang kir: “Şûna ku hikûmet tecrîdê rake, cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibire û tecrîdê kurtir dike. Gelê Kurd vê rewşê qebûl nake. Birêz Ocalan divê demildest bi parêzerên xwe û malbatan re hevdîtinê bike.”

Ûyar bertek nîşanî sewqkirinên girtîgehan jî da û wiha axivî: “Girtî di bin tecrîdeke girankirî de ne. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ev rewş hem ji girtiyan re hem jî ji malbatan re cezayek e. Lawê min jî şeş sal in sirgunî Gîresûnê hatiye kirin û ez nikarim biçim serdanê. Girtiyên ku dixwazin biçin nexweşxaneyê dema vegerê de 14 rojan têxin karantînayê. Girtiyên nexweş di pêvajoya karantînayê de pirsgirêk dijîn. Ji mirinên li girtîgehan Wezîrê Dadê berpirsyar e.”