Li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan!

Li 13 tax û 4 gundikên girêdayî Nisêbînê qedexeye derketina kolanan hat îlankirin.

Li taxên Arboy, Xirbê Elî, Şolbekir, Sêdiryê, Xerabêmişka, Marîn, Badibbe, Ihvo, Bahminin, Efşê, Kayadibi, Geliyê Sora, Merbab û gundikên Qutbi, Êlîm û Sekrînê yên di kuntara çiyayê Bagoka Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Qedexeya ji aliyê walitiyê ve hat ragihandin wê heta fermana duyemîn berdewam bike.

Li aliyê din qedexeya 7’ê Tîrmehê li 23 taxên girêdayî Mehsert, Artuklu û Nisêbînê hatibû îlankirin jî hat rakirin.