Li Nisêbînê meşa li dijî dagirkeriyê
Li Nisêbînê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiya nobedê de wiha hat gotin: “Navnîşana çareseriyê diyar e. Aşîtî dê bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan pêk were.”
Li Nisêbînê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiya nobedê de wiha hat gotin: “Navnîşana çareseriyê diyar e. Aşîtî dê bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan pêk were.”
Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî êrîşên Tirkiye û çeteyên girêdayî wê yên SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Mêrdînê Nisêbînê çalakiya nobedê didome.
Bi sedan kes li pêşiya Parka Aşîtiyê kom bûn û xwestin ber bi deriyê sînor yê Qamişloyê ve bimeşin. Girse heta berê êvarê li ser Kolana Mêrdînê rawestiya. Di encama hevdîtinan de destûra meşê hat dayîn û meş dest pê kir. Gel ber bi avahiya navçeyê ya DEM Partiyê meşiya. Di meşê de pankarta “Rojava hebûna me ye” hat vekirin. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedan” û “Rojava dilê me berxwedan e karê me” hatin berzkirin û piştre daxuyanî hat dayîn.
'EM Ê ROJAVAYÊ TENÊ NEHÊLIN’
Hevserokê Rêxistina Bajarî yê DEM Partiyê Mehçet Mehdî diyar kir ku ew ê nobeda xwe bidomînin û dev ji Rojavayê bernedin.
Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag jî wiha axivî: “Gelên Sûriyeyê dikarin di nav aşîtiyê de jiyaneke demokratîk ava bikin û şert û mercên wan ji bo vê yekê guncaw in. Lê hêzên emperyalîst li pêşiya vê yekê dibin asteng.
Ne zehmet e ku li welatekî her kes di nav xwişk û biratiyê de bijî. Bo nimûne li Nisêbînê jî li Qamişlo jî Kurd dijîn û sînorek nikare wan ji hevdu qut bike. Loma agirê ku îro dikeve Qamişlo ewil li Nisêbînê û Tirkiyeyê dikeve. Loma daxwaza dawîlêanîna pevçûnan daxwazeke birûmet e. Ev zilm dê heta detayê nedomin, dawiya dawî dê gel, demokrasî, wekhevî û azadî bi ser bikeve."
Bozdag destnîşan kir ku li Rojava jiyaneke demokratîk hatiye avakirin û ji hemû cîhanê re bûye îlham û got: "Îro ev jiyana di bin xeteriyê de ye. Em bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê dikin, dor tê Tirkiyeyê jî. Navnîşana çareseriyê diyar e. Aşîtî dê bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan pêk were.”
Piştî daxuyaniyê, çalakiya nobedê berdewam kir û gel dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, û “Ji şerî na, aşîtî niha” berz kirin.