Li Necefê komkujî hate protestokirin

Welatiyên Iraqê li dijî Komkujiya Zaxo dekat qadan û komkujî protestokirin.

Welatiyên Iraqê li dijî komkujiyên dewlta Tirk a dagirker yên li Başûrê Kurdistanê daketin qadan. Li Necefê girseya gel li ber avahiya Serlêdana Vîzeyê ya Tirkiyeyê kom bûn û Komkujiya Zaxo protestokirin.

Girseya gel Navenda Serlêdana Vîzeyê ya Tirkiyeyê girt û ala Tirkiye daxistin.

Li ser banga çalakvanên Iraqî tê gotin, wê îşev li Besra û paytexta Bexdayê xwepêşandan werin lidarxistin. Çalakvan daxwaza derkirina balyozê Tirk ji Iraqê jî kir.