Li Navenda Mûsilê taxeke din hat rizgarkirin
Hêzên artêşa Iraqê Taxa Xûfranî ya Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Hêzên artêşa Iraqê Taxa Xûfranî ya Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Îro hêzên Dijî-Teror ên Iraqê ku navê 'Em hatin ey Neynewa' li xwe kirine, ragihand ku hêzên wan Taxa Xûfranî ya ku dikeve bakûrê Mûsilê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.
Operasyona Rizgarkirina Mûsilê ku di 17’ê Cotmeha 2016’an de ji aliyê Arteşa Iraqê ve bi alikariya hêzên koalîsyona navnetewî hatibû despêkirin didome û heta niha gelek taxên bajêr ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine rizgarkirin.