Li navçeyên Amedê ji bo tevlîbûna Meşa Gemlîkê bang hat kirin

Di civînên gel ên li navçeyên Erxenî û Farqînê de ji bo Meşa Azadiyê ya wê li Gemlîkê bê lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.

Di pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED'ê (MED TÛHAD FED) li Amedê beriya Meşa Azadiyê ya ku wê 18’ê Mijdarê li Gemlîkê bê lidar xistin civînên gel hatin lidarxistin.

Di vê çerçoveyê de li avahiya HEDEP'ê ya navçeya Erxenî civîna gel hat lidarxistin. Li salona ku civîn pêk hat pankarta bi nivîsa "Ji Birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" hat daliqandin. Di civînê de nameya Abdullah Ocalan a têkildarî Girtîgeha Îmraliyê ya di 22'ê Kanûna 2010'an de hatibû nivîsandin, hate xwendin.

‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’

Di civînê de Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî û bi bîr xist ku ev nêzî 3 sal in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Gurbuz destnîşan kir ku divê tecrîd neyê qebûlkirin û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji Îmraliyê derbas dibe û her kes vexwend meşê. Gurbuz got, “Ev meş meşa azadiyê ye, meşa şikandina tecrîdê ye, meşa çareseriya pirsgirêka Kurd e. Rêya me rêya azadiyê ye, rêya me rêya azadiya Birêz Ocalan e. Maf û daxwazên me diyar in. Em ê ji bo vê bi ser bikevin.”

Li avahiya Rêxistina HEDEP’ê ya Navçeya Farqîna Amedê jî civîna gel hat lidarxistin û gelek welatî beşdar bûn. Li cihê civînê pankarta “Bi rêbertiya azad ber bi rizgariya demokratîk ve” hat daliqandin. 

'DIVÊ HER KES TEVLÎ MEŞÊ BIBE'
 
Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaran di civînê de axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Birêz Ocalan 25 sal in tê tecrîdkirin. Ev tecrîd li ser hemû jiyan û civakê didome. Du sê sal in tu agahî jê nayê girtin û haya kesî ji me ji tenduristiya wî nîne. Ji bo tecrîd rabe li her devera cîhanê çalakî tên lidarxistin. Di 18’ê Mijdarê de wê Meşa Azadiyê bê lidarxistin û em ê li Amedê bicivin. Divê ku her kes ji bo vê meşê bi hestiyar tevbigere û her kes li ber tecrîdê rabe.”