Li navçeya Peyasê hezar donim erazî şewitî

Li navçeya Peyasê ya Amedê agir bi zeviyên genim ket û nêzî hezar donim erd şewitî.

Li taxa Talaytepe ya navçeya Peyasa Amedê ji ber sedemek nayê zanîn agir bi zeviyên genim ket.

Bi bandora bayê re şewat li derdorê bi lezgînî belav bû û nêzî hezar donim genim şewitî. Welatiyên derdorê agahî dan ekîbên agirkujiyê û hatin cihê şewatê û bi mudaxeleyê agir tefandin.

Ji ber şewatê nêzî hezar donim genim û herêma ku bi sedan donim pirêze lê bûn xwelî. Hinek cotkaran pêşiya zeviyên xwe kolan, mudalexeyî şewatê kirin û welatiyên derdor jî mudaxeleyî şewatê kirin. Li gelek nuqteyên bajêr dûman hate dîtin û têkildarî şewatê lêpirsin hate destpêkirin.