NÛ BÛ

Pêşhilbijartinên DEM Partiyê didomin - NÛ BÛ

DEM Partî li navçeya Bajarê Nû ya Amedê û navçeyên Pirsûs û Hewagê yên Rihayê pêşhilbijartinê lidar dixe.

Pêşhilbijartina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 14’ê Çileyê de hate kirin ku di vê pêşhilbijartinê de wê hevşaredar û namzetên meclîsa şaredariyê yên Amed û navçeyên wê ji bo hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê bên diyarkirin. Li cihên ku bernamzetan ji sedî 50’ê zêdetir deng ne standîn, pêşhilbijartin ji tûra duyemîn re mabûn. Li navçeya Bajarê Nû jî ji ber pirsgirêkên teknîkî pêşhilbijartin betal bûbû. Ji bo pêşhilbijartina ku hatî betalkirin, îro delege car din çûn ser sindoqan.

14 BERNAMZET

Li Salona Dawetê ya Kaplan pêşhilbijartin hate kirin. Salon bi alên DEM Partiyê hate xemilandin. Ji bo bikaranîna dengan, 10 sindoq hatin danîn. 14 bernamzetên hevşaredariyê ku 4 ji wan jin bûn û 10 jî mêr bûn, tevlî pêşhilbijartinê bûn. Di heman demê de wê ji bo endamtiya meclîsa şaredariyê jî namzet bên hilbijartin.

Bernamzetê/a ku wê ji sedî 50+1 deng bistîne, wê ji bo hevşaredariyê bibe namzet. Eger bernamzet negihijin vê rêjeyê, ji delegeyan 2 bernamzetên jin û 2 bernamzetên mêr ên herî zêde deng standine, wê vê carê di tûra duyemîn de car din bikevin hilbijartinê.

Dengdayîn wê tevahiya rojê bidome. Di saet 17.00’an de wê sindoq bên girtin û deng bên hejmartin.

PIRSÛS

DEM Partî li navçeya Pirsûsê jî ji bo ku namzetên hevşaredariyê diyar bike pêşhilbijartinê dike. Di dengdayîna li Eywana Konferansê ya Şahîn Bînîcî ya li navçeya partiyê tê kirin de 7 jê jin 17 bernamzetên hevşaredariyê hene û 970 delege dê deng bikarbînin. Parlamenterên DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin û Edalet Kaya, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Bêrîvan Bahçecî, endamên Meclîsa DEM Partî û DBP’ê, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes hilbijartinê dişopînin.

Beriya hilbijartinê dîwan û peywîrdarên sindoqan hatin diyarkirin. Di vekirina bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir de seroka dîwanê Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, têkildarî hilbijartinê agahî dan. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş a pişt re axivî, xebatên jinûve rêxistinkirinê bi bîr xistin û diyar kir ku pêşhilbijartin daxwaza gelan bû. Guneş, diyar kir ku pêşhilbijartin dê ji qeyûman re bibe bersiv û girîngiya demokrasiya herêmî destnîşan kir.

Piştre bernamzetên hevşaredariyê yên mafê axaftinê wergirtin xwe dan nasîn.

Piştî danasînê li 5 sindoqan dengdayîn destpê kir û bi eleqeyeke zêde berdewam dike.

HEWAG

Li navçeya Hewag a Rihayê jî ji bo diyarkirina bernamzetên hevşaredariyê pêşhilbijartin tê kirin. Di pêşhilbijartina li avahiya partiyê tê kirin de 2 jê jin 8 bernamzet dikevin hilbijartinê. Hilbijartina ku 499 delege dê deng bikarbînin, parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, endamên Meclîsên DEM Partî û DBP’ê û gelek kes dişopînin. Beriya hilbijartinê dîwan û peywîrdarên sindoqan hatin diyarkirin. Di vekirina bi rêzgirtinê destpêkir de parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez axivî. Îrmez, da zanîn ku cara ewil e namzetên hevşaredariyan ji aliyê gel ve bi pêşhilbijartinê tên diyarkirin û wiha got: “Em ê qeyûmên ku li dijî vîna gel weke darbe hatin tayînkirin bişînin cihê jê hatine.”

Îrmez, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha berdewam kir: “Ne di hiqûqê de ne jî di mirovahiyê de cihê pêkanîna tecrîdê nîne. Tecrîd ne tenê li dijî birêz Ocalan, li dijî gel, demokrasî û hiqûqê tê pêkanîn. Em hemû ji greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike berpirsyar in. Divê rojeva esas ya her hevalê me bibe tecrîda li ser birêz Ocalan. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe û gelê kurd bibe xwedî statü em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştre endamê dîwanê Mehmet Oner derbarê bikaranîna dengan de agahî dan. Piştre bernamzetên hevşaredariyê xwe dan nasîn.

Piştre delegeyan li 3 sindoqan dest bi bikaranîna dengan kirin. Dengdayîn bi eleqeyeke zêde berdewam dike.