Li Mûsilê dagirkeriya du sal û nîvan bi operasyoneke 9 mehan bi dawî bû

DAIŞ’ê di 10’ê Hezîrana 2014’an de Mûsil dagir kiribû. Piştî operasyona ku di 17’ê Cotmeha 2016’an de hatibû destpêkirin û 9 meh domiya, Mûsil ji çeteyan hate paqijkirin.

Mûsil a ku di 10’ê Hezîrana 2014’an de DAIŞ’ê dagir kiribû, bi piştgiriya hewayî ya DYA’yê bi operasyoneke 9 mehan a ku di 17’ê Cotmeha 2016’an de hatibû destpêkirin, ji destê çeteyan hate rizgarkirin. Mûsil a ku yek ji cihê herî kevn ê Rojhilata Navîn e, em li ser planên li ser wê, teslîmkirina wê ya DAIŞ’ê, du salên li jêr hikumdariya DAIŞ’ê, nîqaşên beriya rizgarkirinê û awayê stendina bajêr sekinîn.

BÊYÎ BERXWEDAN HATE TESLÎMKIRIN

Mûsil a ku ji xeynî dewlemendiyên wê yên bin erdê û ser erdê, ji ber ku li ser riya bazirganiyê û li ser Çemê Dîcleyê ye, yek ji bajarê herî stratejîk ê Rojhilata Navîn e. Nîqaşên li ser Mûsilê wekî beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn, piştî wê jî dom kir.Vî bajarê qedîm ê ku her kes dixwaze wê bi dest bixe, di 10’ê Hezîrana 2014’an de teslîmî DAIŞ’ê hate kirin. Hêzên artêşa Iraqê ya ku li gorî texmînan hejmara wan li ser 60 hezarî bûn, di şevekê de bajar terikandin û bajar teslîmî çend sed çeteyên DAIŞ’ê kirin.

NE BI TENÊ DAIŞ BÛ

Her tim hate nîqaşkirin gelo li gorî kîjan peyman û plansaziyên hêzên navneteweyî û dewletên herêmî teslîmî DAIŞ’ê hate kirin. Piştre derket holê ku endamên partiya Baas a ku Seddam Huseyîn (kesên wekî Îzzet El Dûrî yên ku nêzî Seddam bûn û hwd.) serokê wê bû, hin eşîrên sunnî û Waliyê Mûsilê Esîl Nûceyfî piştgirî dabûn DAIŞ’ê ya ku bêyî ku rastî berxwedanekê were ketibû bajêr.

TIRKIYEYÊ LÎSTIKEKE MEZIN AMADE KIRIBÛ

Mijareke din a wan rojan jî ev bû ku, dema çeteyên DAIŞ’ê ketibûn bajêr dewleta Tirk konsolosxaneya xwe vala nekiribû. Bi gotinên Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ên “Roja ku li Mûsilê bûyer pêk hatin, bi şev çend caran ez bi Davûtoglû (serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû) re axivîm, ji min re got ku bila haya we ji wan hebe. Min du caran telefonî konsolosxaneyê kir, gelo ka em dikarin çi bikin. Min tehliyekirin jî teklîf kir. Lê wan gotin ku rewşa me baş e û pêdiviya me bi alîkariyê tune” derket holê ku Tirkiyeyê li Mûsilê lîstîkek plan kiribû.

LI BERAMBERÎ XEBATKARÊN KONSOLOSXANEYÊ KOBANÊ

DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de êrîşî Kobanê kiribû û hê hefteyek li ser wê derbas nebûbû, Tirkiye bi şertê ku piştgiriyê bide êrîşên li ser Kobanê xebatkarên konsolosxaneyê ji Girê Spî (Til Ebyad) wergirt. Cara pêşîn welatekî hemwelatiyên ketibûn destê DAIŞ’ê bi saxî rizgar dikir. Serokkomarê Tirk Erdogan ji vî tiştî re gotibû “me bi operasyoneke serkeftî ew rizgar kirin”, serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû jî gotibû ku “ev serfiraziyeke dîplomatîk e.” DAIŞ’ê jî got “herdu dewlet li ser maseyê li hev kirin. Erênî ye ku Tirkiye beşdarî operasyona bi pêşengiya DYA’yê nebe” û bi van gotinan hevkariya li pişt perdeyan destnîşan dikir. Li gorî pisporên ku pêşveçûnên wan deman dişopandin diyar dikirin ku Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re bazarî kiribû. Erdogan di 7’ê Kewçêra 2014’an de di axaftina xwe ya li Islahiye ya Dîlokê de digot:“Kobanê hindik maye bikeve” û bi devê xwe ev rastî îfşa dikir.

DAIŞ’Ê PIŞTÎ KU MÛSIL STEND ‘XILAFET’A XWE ÎLAN KIR

DAIŞ’ê bi desteserkirina Mûsilê re tenê nedibû xwediyê bîrên petrolê û bajarê herî kevn ê Rojhilata Navîn. Ji bo ku xwe bigihîne sînorên dewleta Îslamî ya li Rojhilata Navîn hesabê wê dike, herêma herî stratejîk a herêmê dixe bin kontrola xwe û dibû xwediyê gelek çek, cebilxane, tank û wesayîtên bi zirx ên ku DYA’yê piştî mudaxeleya 2003’an a Iraqê li bajêr hiştibû. Piştî ku Mûsil desteser kirin çeteyên DAIŞ’ê navê xwe Dewleta Îslamî ya Iraq Şamê guherandin û kirin Dewleta Îslamî û xelîfetî îlan kir. Bi çekên li Mûsilê bi dest xist re, bi hêsanî cihên wekî Telafer, Şengal, Mexmûr û Reqayê dagir kir.

DEWLETA TIRK XWEST OPERASYONÊ ASTENG BIKE

Piştî dagirkeriya du salan Iraqê xwest operasyonekê li ser Mûsilê bike. Tişta ku herî zêde dihat nîqaşkirin ev bû ku wê ev operasyon kîngê dest pê bike û wê kî beşdar bibe.

Di wan rojan de dema ku operasyon hate destpêkirin dewleta Tirk xwest operasyonê asteng bike. Di mehên Îlon-Cotmeh de Dewleta Tirk ji bo berjewendiya xwe, xwe ji bo beşdarbûna operasyonê ferz kir. Erdogan Mîsak-i Millî anî rojevê û diyar kir ku ew ê beşdarî operasyonê bibin. Serokwezîrê Iraqê jî li ser vê gotinê xwest ku bila kampa li Başîqayê vala bikin. Erdogan û Ebadî piştî gotinên tund DYA û Pentagon got: “Hikumeta navendî ya Iraqê dikare biryarê bide bê ka wê kî beşdarî operasyonê bibe” û bi vê re jî diyar kirin ku Tirkiye wê beşdarî operasyonê nebe. AKP û Erdogan jî ji neçarî gotinên wekî “Em ê di operasyonê de jî bin û em ê li ser maseyê jî bin” gotin û xwestin raya giştî ya navxweyî qanih bikin.

HÊZÊN KU BEŞDARÎ OPERASYONÊ BÛN

Piştî amadekariyan Artêşa Iraqê, yekîneyên antî-terorê yên Iraqê, polîsên Iraqê, Heşdî El Şebî, hêzên pêşmerge, beşeke Heşdî El Wetenî (bi destpêkirina operasyonê re navê xwe kir Mûhafizên Nînovayê) ya ku ji aliyê Tirkiyeyê li Başîqayê dihatin perwerdekirin û girêdayî Esîl Nuceyfî ne ya ku Mûsil teslîmî DAIŞ’ê kiribû û hin hêzên eşîrên sunnî beşdarî operasyonê bûn. Di operasyonê de koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengiya DYA’yê jî alîkariya hewayî da û 600 leşkerên DYA’yê jî şêwirmendî kirin.

Hat ragihandin ku 30 hezar leşkerên Iraqê, mîlîsên Şîa û pêşmerge, 3 hezar Mûhafizên Nînovayê û 8 hezar kesên ji eşîrên Sunnî beşdarî operasyonê bûn.

NAVÊ OPERASYONÊ: EM TÊN NÎNOVA

Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17’ê Cotmeha 2016’an di saet 01.40’î de bi topên DYA’yê re destpê kir. Dema operasyon hate destpêkirin Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî got: “Dema serfiraziyê hatiye û ji bo rizgarkirina Mûsilê operasyon hat destpêkirin”. Di operasyonê de hêzên Iraqê û Heşdî El Şebî ji aliyê başûrê rojhilat ber bi bajêr ve diçûn û pêşmerge û komên Sûnnî jî ji bakurê rojavayê Mûsilê (Hazirê) ber bi bajêr ve hatin.

QONAXÊN OPERASYONÊ

Piştî destpêkirina operasyonê, bûyerên girîng bi vî awayî pêş ketin:

*17’ê Cotmeh: Artêşa Iraqê ji hewayê broşur avêt ser Mûsilê û diyar kir ku operasyon hatiye destpêkirin.

*17’ê Cotmeh: Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Helgurd Hîkmet diyar kir ku gundên Tercele, Basahra, Bedeneya biçûk û mezin, Kebervî, Baskelanê hatine stendin.

*17’ê Cotmeh: Artêşa Iraqê, li başûrê Mûsilê bêyî ku rastî berxwedanê were bi pêş ve çû.

*17’ê Cotmeh: Çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî pêşmergeyan kir. Operasyon piçekî hêdî domiya.

20’ê Cotmeh: DAIŞ’ê diyar kir ku li dijî pêşmergeyan 8, li dijî Heşdî El Şabî jî 4 êrîşên bombeyî li dar xistine.

21’ê Cotmeh: Dema operasyon didome çeteyên DAIŞ’ê li Kerkuk, Dubiz û Leylanê êrîş kir. HPG, YJA Star, polîsên Iraqê û gelê Kerkûkê ev êrîş dûr xistin.

22’ê Cotmeh: Artêşa Iraqê û mîlîsên Şîa, diyar kirin ku bejahiya Geyyareyê ji DAIŞ’ê paqij kirine.

25’ê Cotmeh: Hat ragihandin ku Başîqa hatiye dorpêçkirin.

30’ê Cotmeh: Artêşa Iraqê ragihand ku di 13 rojan de 61 gund û qada hezar û 400 kîlometrekare ji DAIŞ’ê hatiye paqijkirin.

1’ê Mijdarê: Hêzên Iraqê xwe gihandin başûrê navenda bajarê Mûsilê.

3’ê Mijdarê: Hêzên Iraqê ketin nava bajêr.

5’ê Mijdarê: Artêşa Iraqê û mîlîsên Şîa ji başûr berê xwe dan Telaferê.

16’ê Mijdara 2016’an: Artêşa Iraqê û mîlîsên Şîa piştî Telaferê ketin Balefirxaneya Telaferê.

21’ê Mijdarê: Artêşa Iraqê û mîlîsên Şîa balefirxaneya Telaferê stendin.

23’ê Mijdarê: Hêzên ku berê xwe dan Telaferê, riya Mûsil-Reqayê qut kirin.

27’ê Kanûnê: Artêşa Iraqê di qonaxa duyemîn a operasyonê de diyar kir ku li rojhilatê Mûsilê bi pêş ve çûye û 3 semt paş ve stendiye.

29’ê Kanûnê: Beşa duyemîn a operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir.

18’ê Çileyê: Rojhilatê Mûsilê bi temamî ji aliyê hêzên Iraqê ve hate kontrolkirin.

24’ê Çileyê: Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî, diyar kir ku rojhilatê Mûsilê bi temamî hatiye rizgarkirin û her der di bin kontrola hêzên wan de ye.

20’ê Sibatê: Artêşa Iraqê û hêzên girêdayî wê dest bi operasyona rizgarkirina Rojavayê Mûsilê (Rojavayê Çemê Firat) kirin.

24’ê Sibatê: Artêşa Iraqê îdîa kir ku herêmên ku li rojavayê Musilê kiribûn di hedefa operasyona xwe de, ji 3’an 1’ê wê xistine di bin kontrola xwe de.

22’yê Nîsanê: Artêşa Iraqê û hêzên milîs diyar kiribûn ku li rojavayê Mûsilê (Ji bakur û başûr ve) çete xistine di bin dorpêçê de.

23’yê Nîsanê: Pêşveçûna artêşa Iraqê ya ber bi navenda Mûsilê ve dom kiriye.

29’ê Nîsanê: Artêşa Iraqê ya di operasyona li rojavayê Mûsilê dom dikir de pêşve diçûn, ji bakur ve jî dest bi êrîşan kirin.

29’ê Nîsanê: Serokkomarê Iraqê Osman Xanimî, îdîa kir ku di nava 3 hefteyan de wê rojavayê Mûsilê bi temamî bixin di bin kontrola xwe de.

21’ê Gulanê: Artêşa Iraqê, ragihand ku Taxa Rabîa ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin, diyar kir ku li rojavayê Mûsilê tenê taxên bi navê Zencelî, Şîfa, Meydan, Mûsila Kevin, Bab Sîncar û Farûqî mane di destê çeteyên DAIŞ’ê de.

23’yê Gulanê: Di dema operasyona Mûsilê dom dikir de, hêzên Heşdî Şebî yên ku beriya 2 hefteyan ber bi bajarokê Qeyrewan a Şengalê ve pêş ve diçûn, bajarok ji çeteyan rizgar kirin.

21’ê Hezîranê: Çeteyên DAIŞ’ê, Mizgefta El Nûr û Minareya Hedba ya dîrokî ku 28’ê Hezîranê Serkêşê çeteyên DAIŞ’ê Ebûbekir Bexdadî lê xelîfetî îlankirî teqandin. Piştî teqandina mizgeftê û şûnde artêşa Iraqê, diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê şikestin, çeteyên DAIŞ’ê jî îdîa kir ku mizgeft ji aliyê DYA’yê ve hatiye bomberdûmankirin.

HEŞDÎ ŞEBÎ BÛ QANÛNÎ

Hêzên pêşmerge yên ku cihên berî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dubare bi dest xistin û şûnde, ji bo cihên din ên mayîn rizgar bikin beşdarî operasyonê nebûn. Navenda bajarê Mûsilê bi temamî li gel piştgirya hêzên hewayî ya koalîsyona navneteweyî, artêşa Iraq û polîsan ve hate birêvebirin.

Lê bi destpêkirina operasyonê re, hêzên Heşdî Şebî ya hêza milîsên Şîa ku beşdarî operasyonê bibin ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve bi awayekî pir hişk muxalefet kir, piştre di operasyona Mûsilê de ji aliyê eniya başûrê rojhilat ve cihê xwe girt. 26’ê Mijdara 2016’an, di parlementoya Iraqê de statûya yasayî bi dest xistin û beşdarî operasyona Tilehferê bûn.

MÛSIL RIZGAR KIR LÊ…

Mûsil 9’ê Tîrmehê bi awayekî temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Ji niha û şûn ve pirsa herî girîng, wê şêwazê rêveberiya Mûsilê bi çi awayî be. Ev pirs wê bandorê li deverên ku rewşa wê nediyar ya Iraqê heta, pirsgirêkên navbera Şîa-Sûnî û Kurdan de her tim tê taloqkirin û perspektîfên çareseriyê bide avakirin bandor bike. Eger piştî rizgarkirina Mûsilê ev pirsgirêk neyên çareserkirin, wê rê li ber nakokî, alozî û şerên nû veke û wê şer û xwîn ji Iraqê xilas nebe.