Li Mûşê peywira 7 HDP’yiyan hate desteserkirin

Hikumeta Tirk biryar da ku li Meclîsa Giştî ya Mûşê ji nav 14 HDP’yiyan peywira 7 kesan were desteserkirin.

Bi fermana Wezareta Karê Hundir peywira HDP’yiyan hate desteserkirin. Di Meclîsa Giştî ya Mûşê de endamên HDP’ê zêdetir bûn. Bi vê biryarê re ji nav 14 endaman peywira 7 kesan hate desteserkirin.

Bi biryarê re peywira Kader Erol, Fîlîz Aydin, Ceyhan Aydemîr, Sûat Kalin, Mehmet Şakîr Tûgrûl, Mûsa Kaya û Mehmet Demîr hate desteserkirin.

Di Meclîsa Giştî ya Bajêr a Mûşê de 14 endamên HDP’yî, 8 AKP’yî û endamekî MHP’ê hebû.

Parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn nerazîbûn nîşanî biryarê da û got “Tifaqa AKP û MHP’ê di hilbijartina 31’ê Adarê û ya di 23’ê Hezîranê de li Stenbolê têk çû, êrîşî partiya me dike. Sê şaredariyên me hatin desteserkirin û qeyyûm li şûna wan hate peywirdarkirin. Li hemberî vê darbeyê bi rojan ee gelê me nerazîbûna xwe tîne ziman.

Ji ber ku di meclîsên giştî yên bajar de endamên partiya me zêde ne, li Mûşê endamên me yên meclîsa giştî yên bajêr ji peywira xwe hatin dûrxistin. Ev biryar dûmahîka darbeya siyasî ye. Li hemberî vê desteserkirinê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”