Li Miyanduabê 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Miyanduab a Rojhilatê Kurdistanê 3 karkerên ciwan dema li ser kar bûn, ji cihekî bilind ketin û jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê duh nîvro li bajarê Miyanduabê 3 karkerên ciwan ku di avahiyeke 8 qatî de dixebitîn, dema çala asansorê çêdikirin ji bilindahiya wê ketin xwarê.

Yek ji wan karkeran li cihê bûyerê demildest jiyana xwe ji dest dide û 2 ciwanên din ku ji bo dermankirinê rakiribûn nexweşxaneya bajêr, tevî hemû mudaxeleyan her duyan jî jiyana xwe ji dest dan.

Nebûna ewlehiya kar ji bo karkeran, giraniya zêde û tenikbûna kabloya asansorê weke sedema bûyerê hate nîşandan.