Li Misirceyê erdhej: Nexweşxane hat valakirin, HDP li qadê ye

Ji ber erdheja li Misirceyê gelek avahî zirar dîtin. Nexweşxaneya dewletî ya Misirceyê jî hat valakirin. Şandeya HDP’ê jî li qada erdhejê ye.

Li bajarokê Kayabaglar a girêdayî navçeya Misircê ya Sêrtê di saet 08:45’an de erdhejek bi pleya 5.1 qewimî. Erdheja ku bi kûraniya 5 kîlometreyan çêbûyî ji gelek bajarên mîna Amed, Mêrdîn, Êlih, Entab û Şirnexê hat hîskirin. Li navenda navçeya Misircê ji ber bandora erdhejê gelek avahî zirar dîtinû ji ber tirsa ku wê carekî din erdhej çêbibe gel nekarî biçin malên xwe. Hê jî bendewariya gelê navçeyê ya li derve didome. Her wiha hate zanîn ku piştî erdhejê tu rayedarekî dewletê serdana qadê nekiriye.

Hate gotin ku li gundê Kayabag a bajarokê Kayabaglarê ku navenda erdhejê bû jî çend malên ku bi kerpîçan hatine çêkirin hilweşiyane û 2 kes bi awayek sivik birîndar bûne.

AVAHIYA NEXWEŞXANEYÊ DERIZÎ, HAT VALAKIRIN

Nexweşxaneya Dewletê ya Misirceyê jî ji ber erdhejê zirar dît. Ji ber derizînên ku li avahiyê çêbûnî gelek nexweşên ku li nexweşxanê bûn bi temamî hatin valakirin û sevqê Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hatin kirin. Hin nexweş jî li konên ku ji aliyê Ekîba Rizgarkirinê Tibî ya Netewî (ÛMKE) hatibûn vekirin hatin bi cihkirin.

HDP LI REX GEL E

Piştî erdhejê şandeyek a HDP’ê ya navçeya Misirceyê ku di nava wan de Wekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Wekîlê Sêrtê Sidik Taş bi endamên Navenda Partiyê ya HDP’ê û rêveberên bajêr hebûn serdana gelê û esnafên ku li qada erdhejê li parkan bûn kirin. Hate diyarkirin şande ku bi rêya telefonê têkildarê erdhejê agahî girtin, piştî lêkolînan wê daxuyaniyekê bidin.