Li Minbicê teqîn: 2 jê leşkerên DYE 11 kesan canê xwe ji dest dan

Li bajarê Minbicê yê Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, teqîneke mezin pêk hat. Leşkerên Emerîkî jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li kolana Sîndîs a li navenda bajarê Minbicê, li pêşberî restûranta Qeser El Ûmeraayê teqînek pêk hat.

Çavkaniyên herêmî ragihandin, teqîn di dema gera li dewriyê ya koalîsyona navneteweyî pêk hatiye.

Li gorî agahiyên destpêkê, 2 jê leşkerên Emerîkî herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji bilî leşkerên Emerîkî piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, sivîl in. Tê gotin ku endamekî saziya leşkerî jî jiyana xwe ji dest daye. Fikar hene ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, zêde bibe.

Hin çavkaniyan ragihandin, nêzî 20 kes birîndar bûne. Li ser rewşa birîndaran hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.

Hate ragihandin, di dema teqînê de 4 leşkerên Emerîkî li herêmê bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Minbicê.