Li Minbicê bi malbatî li ber xwe didin
Malbata ku zilm û zordariya gelek hêzan dît, niha li Minbicê di nava saziyên ewlekariyê yên sîstema xwe de cih digire.
Malbata ku zilm û zordariya gelek hêzan dît, niha li Minbicê di nava saziyên ewlekariyê yên sîstema xwe de cih digire.
Akîf Eceylo bavekî 58 salî ye. Ew, xwişk û birayên wî li Minbice ji dayik bûn, lê mezin bûn. Heta ku karîbûn li vir xwendin. Piştre yek bi yek zewicîn û bûn xwedî malbatekê. Akîf Eceylo ji nava 8 xwişk-birayan ê herî mezin e. Niha 58 salî ye û 9 zarokên wî hene.
Piştî ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê bûyerên şerê navxweyî dest pê kir û Minbic ji aliyê komên artêşa azad ve hat dagirkirin, malbatê jî di bin destê van koman de jiyana xwe dewam kir. Piştî ku Nûsra û herî dawî DAIŞ'ê bajar dagir kirin, malbatê zilma van jî dît. Dema ku zilma DAIŞ'ê giran bû Akîf Eceylo zarokên xwe şand Şamê. Ew tevî xwişk-birayên xwe li Minbicê dimîne. DAIŞ'ê şevekê avêt ser mala xwişka wî ya 37 salî Radva. Radva tevî xwişka wê ya mezin Zehra û birayê wê Ridvan digire. Piştî lêgersîna formalîte ya çend rojan Radva û Ridvan berdidin. Lê belê Zehra bernadin. Bi mehkemeyeke li gorî xwe, cezayê recmê li Zehra dibirin. Bi recmê Zehra dikujin.
Ev hêrsa kuştina xwişka wî bi recmê di dilê Akîf Eceylo de her mezin dibe. Kurê wî yê mezin ku navê bavê xwe Seîd lê kiribû, ji bo tola metka xwe û hemû Minbiciyan hilîne diçe cem Ebû Leyla ku li aliyê din ê Pira Qereqozaxê biryargeha wî hebû û tevlî hêzên Şems El Şemal dibe. Demeke kurt piştî tevlîbûna Seîd, Pêngava Rizgarkirina Minbicê dest pê dike.
PIŞTÎ HAT RIZGARKIRIN...
Piştî rizgariyê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzen Şems El Şîmal li Minbicê bi cih bû. Akîf Eceylo yê 58 salî û kurê wî yê din Ziyad Eceylo jî tevlî nava hêzên Şems El Şîmal bûn. Keça wî Zuke jî, piştî ku li bajêr asayîş ava bû, cihê xwe di nava asayîşê de girt. Niha bav û kurên wî şervanên Şems El Şemal in. Keç Zukejî endama Asayîşa Minbicê ye. Bav û her du kur li dijî êrîşên ji derve Minbicê diparêzin. Zuke jî hewl dide nava bajêr ewle bike.
SEÎD EV DU MEH IN BIRÎNDAR E, LÊ BÊ SEBIR E
Malbata Eceylo bi rengekî malbatî cihê xwe di nava berxwedanê de girtiye. Kurê herî mezin Seîd û Ziyad bi giranî li eniyan cih digirin. Bav jî ji ber emrê xwe li biryargehê wezîfedar e. Seîd beriya niha bi du mehan li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundên Minbicê, ji bo parastinê li xeta Şêx Nasir, Wurtweran û Îlamê cih girt. Li van gundan di şerê dijwar de ji zikê xwe û her du lingên xwe birîndar bû. Seîd ev du meh in tedawiyê dibîne û platîn xistine lingê wî yê şikestî. Lê li bendê ye ku demek ji ya din zûtir rehet bibe. Ji ber ku dibêje, "Cihê min razana li malê nîne. Cihê min eniya şer e, parastina Minbicê ye û rizgarkirina Bab û gundên wê ji çeteyên DAIŞ'ê ye."
"Hem rejîmê, hem jî yên piştî wê hatin, tenê êş û dert dan me. Em bê nan, bê av, bê ceyran, bê agir hiştin. Li ser vê yekê metka min bi recmê kuştin. Êş û zilmeke ji vê mezintir heye gelo? Ji ber vê yekê hêrseke mezin di dilê min de heye. Hêrsa ji ber van êşên giran e. Lewma ez dixwazim derhal rehet bibim, rabin ser xwe, berê xwe bidim eniyê û tola xwe hilînim."
BAV ECEYLO: EM Ê TOLÊ HILÎNIN
Bav Akîf Eceylo wiha dibêje: "Hem rejîmê hem jî yên piştî rejîmê li Minbicê serdest bûn, ji bilî êşê tiştek nedan me. Kî hat, hewl da me koçber bikin û êşên mezin bi me dan kişandin. DAIŞ'ê xwişka min a bêgune kuşt. Bi hêrsa ji ber vê yekê, ji bilî hilanîna tolê em li tiştekî din nafikirin. Ez li bendê me ku zarokên min ên biçûk jî mezin bibin û cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigirin. Em ê hingî tola xwe ji çeteyan hilînin."
'ME DÎT BÊ AZADÎ ÇI YE'
Bav Akîf, kur Seîd û Ziyad wiha dewam kirin: "Me gotina azadiyê berê bihîstibûn. Me ji gelek kesan û koman bihîstibûn. Lê belê me nizanîbûn tiştekî çawa ye. Em niha baştir dizanin bê çi ye, ji ber ku em wê gotinê bi xwe dijîn. Tiştekî bi tenê hebû ku ji rejîmê heta DAIŞ'ê hemû hêzan dikirin: ji xwe re sîstemek çêdikirin û hukmê xwe datanîn ser me. Lê niha em sîstema xwe bi xwe ava dikin, bi xwe bi rê ve dibin. Lewma ev sîstema me baş jî be, ne baş jî be berpirsyarê wê em in. Ji ber ku her tiştî em bi xwe dikin."