Li Mexmûrê tevgera balafirên şer û keşfê zêde bûye

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) tevgereke zêde ya balafirên şer û keşfê heye.

Ji saetên sibê ve li Wargeha Penebaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevgereke zêde ya balafirên şer û keşfê heye.

Li gorî agahiyann balafirên şer û keşfê li ser asîmanên wargehê bê navber digerin.

Nehate zanîn bê ka balafirên şer û keşfê girêdayî hêzên koalîsyonê yan jî dewleta Tirk e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herî dawî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker roja 18'ê Tîrmehê Kampa Mexmûrê bombe kiribûn û 2 sivîl birîndar bûbûn.