Li Mexmûrê şitlên 4'ê Nîsanê hatin çandin

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê ji bo rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin çandin.

Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li hewşa Komeleya Malbatên Şehîdan bi wesîleya 4'ê Nîsanê şitil hatin çandin.

Beriya çandina şitlan ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Bi navê Komeleya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos axivî û got, "Rojbûna Rêber Apo ji bo jinan cihê kêfxweşiyê ye."

Marînos got, "Ji ber ku yê herî zêde qîmetê dide jinan Rêber Apo ye. Bi rojbûna Rêber Apo re gel ji xewa kûr hişyar bû. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên bindest hemûyan rojbûna Rêber Apo nirxekî mezin e."